Şandeke 13 kesî ya ji parlementerên Ewrûpayê û kesên akademîsyen, dixwazin serdana Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Selahedîn Demîrtaş bikin, ku li girtîgeha bajarê Edîrneyê tê girtin.
Parlementerê HDPê yê Amedê Îmam Taşçier, Rûdawê re ragihand, ku şandeke ji parlementerên Ewrûpayê û her wiha akademîsyenan pêk tê daxwaz ji Wezareta Dadê ya Tirkiyê kirine, ku serdana Selahedîn Demîrtaş bikin.
Taşçier da zanîn, ku heya niha jî ne diyar e ka dê Wezareta Dadê ya Tirkiyê destûra serdana Demîrtaş bide yan na.
Herweke tê zanîn, çend roj beriya niha şandeke ji parlementerên Almanyayê jî xwestibûn serdana Hevserokê HDPê Selahedîn Demîrtaş bikin, lê ji aliyê Wezareta Dadê ya Tirkiyê ve nehatibû qebûlkirin.
Li ser vê yekê parlementerên Almanyayê nerazîbûna xwe nîşan dabûn.