Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, beriya niha nameyek bo sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres şandibû û hilbijartina wî wek sekreterê nû yê NY pîroz kiribû.
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, ku nusxeyek ji BasNewsê re hatiye şandin, ragihandiye, sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres bersiva nameya Serok Barzanî daye û pesnê mêrxasî û qehremantiya Pêşmerge di şerê DAIŞê de daye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Guterres spasiya Barzanî kiriye û gotiye ku ew û NY dixwazin bi alîkariya Serokê Herêma Kurdistanê bo misogerkirina aştiyê li Herêma Kurdistanê, Iraq, Rojhilata Navîn û cîhanê xebat bikin.
Sekreterê NY Antonio Guterres, roja 1 vê mehê û li şûna Ban Kî-Moon li ser kursiya sekreteriya NY rûniştibû.