Seroka Partiya Çep a Alman: Divê êrişên li ser Rojava wekî sûcên şer bên şermezarkirin

Seroka Partiya Çep (Die Linke) a Almanyayê Janine Wissler derbarên êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê got, “Divê êrişên li ser Rojava wekî sûcên şer bên şermezarkirin.”

28.12.2023, Per - 06:21

Seroka Partiya Çep a Alman: Divê êrişên li ser Rojava wekî sûcên şer bên şermezarkirin
Nuçe Belav bike

Tirkiyeyê piştî ku 22 û 23yê Kanûna Pêşînê 12 leşkerên wê hatin kuştin, êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Di van rojan dawî de Tirkiyeyê, nexweşxane, çapxane, navendên pîşesaziyê, kargehên zeytûnan, santralên petrol û elektrîkê û gelek deverên sivîl ên li Rojavayê Kurdistanê bombebaran kirin û ew der ji kar ketin.

Seroka Partiya Çep (Die Linke) a Almanyayê Janine Wisslerê li ser bombebarana cihên sivîl daxuyaniyek belav kir.

“Êrişên artêşa Tirk ên li ser hedefên sivîl sûc e”

Janine Wisslerê bangî Hikûmeta Federal a Almanyayê kir ku şandina çekan a ji Tirkiyeyê re demildest bê rawestandin wiha got:

“Êrişên artêşa Tirk ên li ser hedefên sivîl ên wekî kargeha zeytûnan, enerjiyê, dibistan û nexweşxaneyan sûc e.

Li dijî çavkaniyên debara jiyanê yên gelên ku li herêmên Rêveberiya Xweser a Kurd dijîn şerek heye.

Her tim gelek qurbaniyên sivîl hene. Divê ev kiryarên tundiyê wekî sûcên şer bên şermezarkirin.

Divê encamên vê yekê ji bo rejîma Erdoganê otokrat hebin.

Li şûna şandina çekan û ji bo peymanên koçberiyê yên qirêj bi milyaran pêşkêş bike, divê hikûmeta federal helwesteke zelal nîşan bide, berpirsiyarên siyasî yên sûcên şer ên Tirkiyeyê şermezar bike û encaman jê derxe.

Ya yekem divê ev be: rawestandina hemî şandina çekan.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:31:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x