YE 220 milyon euro ji bo kontorlkirina sînoran dide Tirkiyê

Yekîtîya Ewrupa dê 220 milyon euro wek alîkarîya darayî bide Tirkiyê, ta ku sînorên xwe yên rojhilat baştir kontrol bike û pêşî li koçberîya neyasayî bigire.

13.12.2022, Sal - 06:55

YE 220 milyon euro ji bo kontorlkirina sînoran dide Tirkiyê
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Komisyona Yekîtiya Ewropa, ligel vê pakêta 220 milyon euro ya ku hatiye pesendkirin, piştgiriya darayî ya Yekîtiya Ewropayê ji bo bernameyên penaberan û kontrola sînorên Tirkiyê di sala 2022an de gihîştiye 1.2 milyar dolarî.

Di daxuyaniyê de hat, “Ev pere, beşek ji pakêteke 3 milyar euroyî ye ku di Hezîrana 2021ê de di çarçoveya alîkariyên Yekîtiya Ewropayê yêm bo heyama 2021-2023an ji bo penaberên li Tirkiyê ne, hatiye ragihandin.”

Komîserê Yekîtiya Ewropayê ji bo Karûbarên Cîrantî û Firehbûnê Oliver Varheli di daxuyaniyekê de got: “Ev pakêta alîkariyê, pabendbûna YE’yê bi sozên ku dane Tirkiyê ye, li hember hewandina penaberan û çareserkirina pêla koçberiya neyasayî nîşan dide.”

Varheli Ragihand jî, bi van 220 milyon euroyî, Tirkiye dê alavên çavdêriyê yên pêşketî dabîn bike, da ku rê li ber koçberiya neyasayî li sînorên rojhilatê welêt bigire.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Tirkiye ji sala 2015’an û vir ve mêvandariya hejmareke mezin a penaberan kiriye ku nêzîkî 4 mîlyon penaber li wî welatî hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 679 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:16:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x