Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv bibîranî

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, bi beşdariya komela kurdî ya rewşenbîrî li Münster, li bajarê Münster - Elmaniya, yekemîn salvegera koça dawî ya serokê Federasyona navneteweyî ya kurdên Sovyêta berê, Cêgirê Serokomarê Qazaxistanê û Zimanzanê Kurd Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoev bibîr anî.

15.08.2022, Pts - 06:43

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, Kinyaz Ibrahim Mîrzoyêv bibîranî
Nuçe Belav bike

Nûneratiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê, roja Înê 12'Tebaxa 2022'an, li bajarê Münster - Elmaniya, yekemîn salvegera koça dawî ya Zimanzanê Kurd Profesor Kinyaz Îbrahîm Mîrzoev bibîr anî.

Rojnamevan Dilbrîn Şingalî, Serokê komela kurdî ya rewşenbîrî li Munster û endamê Desteya Giştî yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropayê bixêrhatina amadebûyan kir û kurtejiyana Prof. Kinyaz ji amadebûyan re xwend û piştre Nivîskar û Rojnamevan Sebrî Resûl serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa peyvek girîng pêşkêş kir û bi dirêjî behsa çavpêketina dawî ya bi Prof. Kinyaz re di 6ê Gulana 2021ê de kir, û filmek belgeyî li ser jiyana nemirê mezin hat pêşkêşkirin, û piştre jî endezyar û helbestvana kurdên Ermenîstanê Xanim Gohar Mamo gotara Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Sovyeta berê xwwend û behsa rola nemir Prof. Kinyaz di nav kurdên Ermenîstan û Qazaxistanê kir û behsa rola Kurdên Kurdistana Sor ji bo çanda Kurdî kir.

Nader Doxati, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanî li Almanyayê, kurtiyek li ser rola Profesorê nemir, Serokê FNKS û cîgirê wî yê nemir Yuriya, ji bo birêxistinkirina civaka kurd li Qazaxistan, Rûsiya û Ewropayê pêşkêş kir, herwiha nameya Komelên Komkar bi amadebûna nûnerê Komeleyên Komkar birêz Mehmet Ozdemîr hat xwendin û siyasetmedarê Kurd Goman Husîn li ser girîngiya rola kurdên Kafkasiya axaftinek kurt pêşkêş kir û birêz Reşîd Efrînî bal kişand li ser girîngiya şermezarkirina peymanên dij-Kurd bi taybetî peymana Lozan ya reş, nivîskar Ebdûlazîz Qasim bal kişand li ser xebata Prof. Kinyaz ji bo piştgiriya rêferandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê û hewlên ligel berpirsên wezareta derve ya Rûsyayê ji bo rawestandina êrîşên dagîrkeriya Tirkiyê li ser Efrîn û Serêkaniyê.

Di dawiyê de nûnertiyê pirsyarnameyek li ser amadebûyan belav kir ji bo dîtina rexne û pêşniyarên wan derbarê bîranîna Profesorê nemir û çalakiyên çandî bi giştî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 624 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:04:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x