Li ser sînorê Îranê û Pakistanê îro Sêşembî 16ê Cotmeha 2018ê 14 kes ji hêzên Îranê ji aliyê gtûpeke çekdar ve hatin revandin.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya dewleta Îranê IRNAyê, îro li sînorê qezaya Mîrcawê ya ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 14 kes ji endamên hêza Besîc û hêzên pasevaniya sînor ji aliyê rêxistina Ceyş El-Edl ve hatine revandin.
IRNAyê hûrgiliyên wê bûyerê aşkere nekiriye, lê belê malpera Yaneya Nûçegihanên Ciwan ragihandiye, ku 7 kes ji wan hêzên revandî endamên xwecihî yên Besîcê, 5 ji wan endamên hêzên pasevaniya sînor û 2 kes jî endamên Îtilaata Supaya Pasdaran a Îranê ne.
Herwiha malperekî nêzîk ji Supaya Pasdaran ragihandiye, bûyer îro derdora saet 04:00ê serê sibê û li sînorê qezaya Mîrcawê li başûrê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê çê bûye û di bûyerê de hejmarek ji endamên Besîc û hêzên pasevaniya sînor ji aliyê endamên komeke çekdar ve hatine revandin.
Li gorî agahiyan, bûyer li devera Rîg Melek li ser sînorê Îran û Pakistanê û bi dûriya 40 km ji navenda qezaya Mîrcawê çêbûye.
Rêxistina Ceyş El-Edl anku Artêşa Dadê ku xwe weke rêxistineke berevanîkar a xelkê Belûçistanê dide naskirin, dema çend salan e ku bo azadî û mafê xelkê Belûçistanê çalakiyan dike, berpirsatiya revandina serbazên îranî li xwe girtiye û ragihandiye, îro Sêşemî (16-10-2018) çekdarên wan êrişî ser binkeyeke Supaya Pasdaran li nêzîkî Mîrcawê kirine û hemû hêzên wê binkeya serbazî ya Îranê girtine.