6 partiyan bang li gelê Îranê kir: Xwepêşandanan berdewam bikin!

3 partiyên Îranî û 3 partiyên rojhilatê Kurdistanê Îranê bang li gel kirin ku xwepêşandanên xwe yên nerazîbûna deshilatdariyê berdewam bikin.

06.01.2018, Cts - 08:09

6 partiyan bang li gelê Îranê kir: Xwepêşandanan berdewam bikin!
Nuçe Belav bike

Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î), Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêşên Kurdistana Îranê, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê, Yekîtiya Fedayiyên Gelê Îranê, Civata Demkî ya Sosyalîstên Çepên Îranê û Civata Hemahemgiya Tevgera Komarîxwazên Demokrat û Layîkên Îranê, derbarê xwepêşandanên nerazîbûna deshilatdariya Îranê de daxuyaniyeke hevbeş weşandin.

6 partî û aliyên siyasî di daxuyaniya ku îmze kirine de ragihandin: "Bi armanca berdewamkirin û kûrkirina nerazîbûnan, pêwîste diruşm û daxwaziyên neraziyan li ser çend xalên hevbeş weke "Serxwebûn, Azadî, Nan, Kar, Demokrasî û Cûdahiya Ol û Desthilat û Wekheviya Civakî û Dijatiya Gendeliyê" berdewam bikin."

Di daxuyaniyê de hat xwestin, ji bo dengê xelkê Îranê bigihe cîhanê li derveyî welat jî çalakî werin lidarxistin.

Xwepêşandanên nerazîbûnê yên xelkê Îranê ku 28ê Kanûna 2017an dest pê kiribûn, di roja xwe ya 8an de jî berdewam dikin.

Di xwepêşandanan de, tê ragihandin ku heta niha 25 kes hatine kuştin û bêhtirî hezar û 800 kesan jî ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatine binçavkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1479 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:26:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x