Almanyayê ji welatiyên xwe xwest ji Îranê derkevin

Di demekê de ku xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî desthilata Îranê di hefteya xwe ya heftem de berdewam e, Wezareta Derve ya Almanyayê ji welatiyên Almanî yên li Îranê xwest, di demeke nêzîk de wî welatî terk bikin.

03.11.2022, Per - 15:00

Almanyayê ji welatiyên xwe xwest ji Îranê derkevin
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Almanyayê îro Pêncşembê 3ê Mijdara 2022an di daxuyaniyekê de daxwaz dike welatiyên Almanî serdana Îranê nekin û ewên ku li Îranê ne jî, wî welatî biterikînin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, welatiyên Almanyayê bi taybet ewên bi esil Îranî ne û xwediyê welatînameya Almanyayê ne, metirsî li ser wan heye ku bi awayekî bêserûber bên desteserkirin û cezayê demdirêj ê girtîgehê li ser wan bê sepandin.

Wezareta Derve ya Almanyayê dibêje, di demên bihorî de gelek welatiyên biyanî li Îranê hatine desteserkirin.

Piştî ku li pey canjidestdana Jîna Emînî, xwepêşandanên nerazîbûnê li dijî desthilatê li Îranê dest pê kirin, Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê serdana welatiyên Almanî bo Îranê hişyarî dabû, lê îro asta wê hişyariyê bilind kir.

Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî ya ji Seqizê bû ku 13ê Îlonê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi tohemta binpêkirina hîcaba îslamî hatibû desteserkirin û roja 16ê Cotmehê di demekê de ku tûşî mirina mejî bûbû, canê xwe ji dest dabû. Malbata wê dibêjin, keça wan heta berî desteserkirinê jî silamet bûye û ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin, lê hikûmeta Îranê wê yekê red dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 329 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:12:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x