Amerîka: Serkutkirina xwepêşanderan ji aliyê Îranê ve dijwartir bûye

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, serkutkirina xwepêşanderan ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve berfirehtir û dijwartir bûye.

05.10.2022, Çar - 11:14

Amerîka: Serkutkirina xwepêşanderan ji aliyê Îranê ve dijwartir bûye
Nuçe Belav bike

Roja Sêşembê 4ê Cotmeha 2022ê Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîneke çapemeniyê de got, hikûmeta welatê wî ji berfirehbûna tundûtîjiya hêzên emnî yên Îranê li beramber xwepêşanderan bi taybet jî xwendekaran gelekî nîgeran e.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje: “Em gelekî ji wê yekê nîgeran in ku hikûmeta Îranê tundûtûjiya li beramber xwepêşanderên aştîxwaz dijwartir kiriye.”

Vedant Patel bi gotina xwepêşanderên li Îranê daxwaza mafên serekî û rûmeta xwe dikin, diyar kir “Em ji wê hemû serkutkirinê şok bûne, bi taybetî serkutkariyên li beramber xwendekaran.”

Herwiha roja Sêşembê 4ê Cotmehê, Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê li ser awayê canjidestdana Jîna Emînî ya 22 salî, xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û tevgera hêzên emnî yên wî welatî ligel xwepêşanderan civînek saz kir.

Di civînê de Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell got, welatên Yekîtiya Ewropayê dixwazin pakêteke cezayan li ser Îranê ferz bikin.

Li gor amarên herî nû yên Rêxistina Mafên Mirov a Îranê ku roja 4ê Cotmehê belav kirine, di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de bi kêmanî 154 kes hatine kuştin ku di nav wan de zarok jî hene.

Rêxistina navborî dibêje, li 17 parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşander hatine kuştin û herî zêde li parêzgeha Sîstan-Belûçistanê bûye ku 66 kes hatine kuştin.

Herwiha li gor Amnesty International, heta niha hêzên emnî yên Îranê zêdeyî hezar û 500 xwepêşander û çalakvan desteser kirine.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên li dijî kuştina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî berdewam in û duh Sêşembî di 17mîn roja xwepêşandanan de li gelek bajaran xelk dîsan daketin qadan û li dijî hikûmetê dirûşm gotin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:56:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x