Amnestyê ji bo 7 kesên ku li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatine birîn daxuyanî da

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ragihand ku herî kêm 7 kes ji ber xwepêşandanên li seranserê Îranê di bin xetera darvekirinê de ne û banga çalakiya lezgîn kir.

24.06.2023, Cts - 09:59

Amnestyê ji bo 7 kesên ku li Îranê cezayê darvekirinê li wan hatine birîn daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi hinceta ku beşadarî xwepêşandanên ku di meha Îlona borî de dest pê kiribûn û bi mehan berdewam kiribûn heta niha herî kêm 7 kes hatine bidarvekirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ji bo 7 xwepêşanderan cezayê darvekirinê hatiye dayîn û ji bo girtiyên di bin xetereya darvekirine de ne, banga çalakiya lezgîn kir.

Herwiha Efûyê ya Navneteweyî got ku girtî rastî îşkenceyê û awayên din ên muameleya xerab ên wek qamçkirin, şokên elektrîkê, gefên kuştinê û tundiya cinsî tên.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî înfazên ku di dawiya meha Nîsanê de zêde bûne, desthilatdaran di 19ê Gulanê bi awayekî neheq cezayê darvekirinê li Mecîd Kazimî, Seîd Yakubî û Salih Mîrhaşîmî hatiye birîn û rastî îşkenceyê hatine û bi awayekî kêfî hatine darvekirin.

Rêxitina Efûyê di daxuyaniyê de navê 7 xwepêşanderan eşkere kir û ji bo wan kampanyay îmzeyê da destpêkirin û wiha dibêje.

Mihemed Boroganî û Mahand Sadrat Madanî li parêzgeha Elbrûê; Mecîd Kazimê, Salih Mîrhaîşîmî û Saîd Yakûnî li parêzgeha Îsfahanê; Mucahîd (Abbas) Kurkur li parêzgeha Xuzistanê; Îbrahîm Naruî, Mansûr Dehmarde, Kambîz Harût, Şuayib Mîr Belûczehî, Mansûr Hut û Nîzamuldîn Hut li parêzgeha Sîstan Belûcistan; Manûşehr Mehman Navaz, Mihemed Gobaldû, Saîd Şîrazî, Ebulfazl Mehrî Huseyin Hacîlû û Muhsin Rezazade Garagolû li parêzgeha Tehranê hatin dadgehkirin. Herî kêm heft kes, bi binpêkirina serweriya hiqûqa navneteweyî ya ku bikaranîna cezayê darvekirinê ji bo sûcên ku kuştina bi mebest tune ne qedexe dike, ji ber sûcên wek xerakirina mal û milkên giştî û taybet û şewitandinê cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku darizandin neheqî ne û li girtiyan di bin îşkence û zextan de îtîraf hatin kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî da zanîn ku ji bilî 7 kesên navên wan hatine binavkirin, 16 kesên din jî hatine binçavkirin û bi cezayê darvekirinê re rû bi rû ne.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navnetewî navên girtiyên ku bi darvekirinê tên darizandin wiha ne “Tumac Salihî, Ferzad (Ferzîn) Tahazade, Ferhad Tahazade, Kervan Şahîpervane, Riza Îslamdust, Şehram Maruf-Mola, Puriya Cevahîrî, Hasmetullah Tabarzadi, Behman Behmanî, Muhsin Salahpur, Behruz Salahpur, Vahid Bada, Abbasî, Reza Erebpûr, Sadik Qasimî û Îsmaîl Mûsewî Nezarî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 281 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:06:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x