Armîta Gerawend bi lêdana hêzên Îranê ketibû komayê: Canê xwe ji dest da

Keça Kurd Armîta Gerawenda ku li rawestgeha metroyê ya Tehranê, bi lêdana hêzên Îranê bêhiş ketibû, canê xwe ji dest da.

28.10.2023, Cts - 12:14

Armîta Gerawend bi lêdana hêzên Îranê ketibû komayê: Canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Xwandekara Kurd Armîta Grawend a 16 salî, 28 roj di komayê de mabû.

Armîta, 28 roj berê ji aliyê hêzên Îranê ve bi hinceta ku “xwe baş nepêçaye” hat şkencekirin û ketibû komayê.

Hat ragihandin ku Armîta Gerawend li nexweşxaneya Fecrê ya Tehranê jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha Rêxistina Mafên Mirowan Hengawê jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku Gerawend koça dawî kiriye.

Jîna Emînî jî bi heman hincetê û heman rengî hatibû qetilkirin.

Keça Kurd Jîna Emîniya 22 salî di Îlona 2022yan de serdana Tehranê kiribû û ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi tohmeta ku çarşefa xwe “ne guncav girê daye” hatibû girtin.

Jîna piştî çend rojan canê xwe ji dest da, bavê wê, Emced Emînî wê demê ragihandibû ku wê bi lêdana polîsan canê xwe ji dest daye.

Piştî mirina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin dest pê kirin û di wan xwepêşandanan de jinan rola sereke lîstin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû remzek.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Amarîkayê, di xwepêşandanan de 69 jê zarok herî kêm 508 xwepander ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuşti

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 337 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:45:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x