Balyozê Îranê li Iraqê ragehand, ku welatê wan hewl dide navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê bike.
Îro 13.01.2018ê balyozê Îranê li Bexda Îrec Mescidî di civînek çapemeniyê ya li Tehranê de ragehand, peyvendiyên Îran û Herêma Kurdistanê pir bihêz û dîrokî ne.
Îrec Mescidî ragehand, di vê heyamê de Îranê pir hewldana nêzîk kirina hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê daye û wek garantiya parastina berjewendiya her du aliyan berpirsyarî girtiye serxwe.