Cîgirê Wezîrê Berevaniya Îranê yê berê hat darvekirin

Cîgirê Wezîrê Berevaniyê yê Îranê yê berê Elî Riza Ekberî îro sibehê hat bidarvekirin. Alî Riza Ekberî bi “sîxurtî ji bo Brîtanyayê” dihat tohmetbarkirin.

14.01.2023, Cts - 07:01

Cîgirê Wezîrê Berevaniya Îranê yê berê hat darvekirin
Nuçe Belav bike

Elî Riza Ekberî nêzîkî sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê Elî Şemxanî ye û di kabîneya Mihemed Xatemî de ji sala 1997 heta 2002an ku Şemxanî wezîrê berevaniyê bû, ew jî cîgirê wî bû.

Ekberî beriya demekê ji ber sîxuriya bo Brîtanyayê hatibû girtin û ketibû girtîgehê. Ekberî ku di vê pêvajoyê de bi îdîaya "sîxuriyê" dihat darizandin, ji aliyê dadgehê ve cezayê darvekirinê lê hat birîn.

Dadgeha Bilind a Îranê îtîraza Ekberî red kir û cezayê darvekirinê ji bo Ekberî pejirand.

Ajansa Nûçeyan a Mîzan a girêdayî Dezgeha Dadwerî ya Îranê ragihand ku Ekberî îro serê sibê hat darvekirin.

Ji aliyê din ve Wezareta Îstixbaratê ragihand ku hatiye tesbîtkirin ku Ekberî zanyariyên navendên hestiyar û stratejî yên welatê xwe gihandiye Dezgeha Îstixbarata Veşarî ya Brîtanya (SIS) ku bi navê “MI6” tê naskirin.

Elî Riza Ekberî di heyama serokomarê berê yê Îranê Mihemed Xatemî de, ku ji sala 1997 heta 2005, cîgirê wezîrê berevaniyê bû.

Tevî ku agahî nehatiye dayîn ku Ekberî yê ku hemwelatiyê Îran û Brîtanyayê ye kîngê hatiye girtin, lê di çapemeniya welat de agahî hat dayîn ku di navbera salên 2019-2020'an de bi sûcdariya sîxuriyê li ser navê MI6'ê hatiye girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 239 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x