Piştî serdana hefteya borî ya Serfermandarê hêzên ArtêşaÎran'ê ji bo Tirkiyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan ragihandi bû ku, her dû welatan ji bo lêdan a bingehên PKK li Qendîl û Şingalê rêkeftin e.
Artêşa Muhafizên Şoreşa Îran'ê red dike ku ligel Tirkiyê operasyonên hevbeş ji bo lêdana bingehên PKK encam bidin.
Bingeha serbazî ya Hemze, ku navenda taybet a Supaya Pasdaran li rojhilatê Kurdistanê ye, di daxûyaniyekê de diyar kir, ku di navbeyna Îran û Tirkiyê de tu rêkeftin ji bo lêdan a bingehên PKK çênebûn e.
Herweha di wê daxûyaniyê de hatiye, tu planên wan nî nin, ku Supaya Pasdaran operasyonan li derveyî sînorên Îranê encam bide, û tenê ew li dijî wan hêzên çekdar şer dikin, ku derbasî nav sînorên Îranê dibin.