Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 8 kes hatin kuştin

Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandan hene û di wan xwepêşandanan de tundûtûjî çêbû. Herî kêm 8 kes li bajarên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin.

17.11.2019, Paz - 07:13

Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 8 kes hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Girankirina benzînê ji aliyê hikûmeta Îrabnê ve, bû sedema xwepêşandanên seranserî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Çavkaniyekê di nav nexweşxaneya bajarê Ciwanro de ji Rûdawê re ragihand: 6 termên welatiyan û pêtirî 40 birîndar li nexweşxaneyê ne.

Roja Şemiyê, heya nîvro jî xwepêşandan bi aramî diçûn pêş, Xelk dibêje, pirs ne tenê benzîn e, gelek sedem hene ku ew dest bi xwepêşandnan bikin.

Ji piştî nîvro pê ve, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tundutûjî derket.

Li bajarên Kirmaşan, Sine, Merîwan, Seqiz, Ciwanro û Umriye şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên ewlekariyê de derket.

Çalakavnekî siyasî ji bajarê Seqizê ji Rûdawê re got: “Zehmet e hikûmet ji biryara xwe poşman be. Ez di wê baweriyê dem xwepêşandan jî dê berdewam bin.”

Herwiha şahidhalekê ji Rûdawê re got ku li Merîwanê teqe li 5 kesan hate kirin û 3 ji wan hatin kuştin û 2 jî birîndar in, ku yek ji wan zarokekî 13 salî ye.

Di heman demê de li bajarê Ciwanro tundtûjiyeke zêde çêbû, behsa kuştina pêtirî 5 kesan tê kirin, tevî birîndarbûna dehan kesan.

Hêzên ewlekariyê bi gaza rondikrêj hewldan xelkê belav bikin, lê tundûtûjî zêdetir bû.

Li Urmiyê, Cîgirê Fermandeyê Polîs ji xelkê xwast ku belav bibin.

Cîgirê Fermandeyê Polîs dibêje: “Gotin û daxwaziyên we gihîştin, em dê rêzê lê bigirn. Weke hûn agahdar in niha li parlamentoyê ew bijar tê nirxandin. Ez hêvî dikim meznatiya xwe nîşan bidin û ji hev belav bibin. Eger kesek rêya hati ûçûna otombîlan bigre, hêzên ewlekariyê dê rûbirûyê wan bibin. Careke din ez tika dikim ku alîkar bin daku rewş bê kontirolkirin û kêşe mezintir nebe.”

Ev gotinên berpirsên emnî jî nebû sedema arambûna rewşê û li çend cihên bajarê Urmiyê bi taybetî taxa Şêx Tepe şer û pevçûn di navbera xwepêşander û poîsan de derket, û çend kes birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 850 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x