Dîsa keçeke Kurd bi lêdana hêzên Îranê bêhiş ket: 'Çima rojnameger tên girtin?'

Armîta Girawend roja Yekşemê piştî nîvro li rawestgeha metroyê ya Şuhedayê ya Tehranê ji ser hişê xwe çû.

05.10.2023, Per - 06:11

Dîsa keçeke Kurd bi lêdana hêzên Îranê bêhiş ket: 'Çima rojnameger tên girtin?'
Nuçe Belav bike

Dayîka Armîta Girawendê li ser bûyerê got:

“Sibeha wê rojê bi hevalên xwe re wisa li hev kiribû ku li rawestgeha Şuhedayê hev bibînin û biçin dibistanê.

Ez nizanim li wir çi bi serê keça min hat, dibêjin tansiyona wê ketiye û serê wê li metroyê ketiye.

Hevalên wê ew derxistine, telefona tîmên tenduristiyê kirine û wan ew biriye nexweşxaneyê.”

Armîta Girawendê 16 salî ye ew xwendekara pola yazdehan a beşa hunerê ye.

Ew xelkê bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û li Tehranê bi malbata xwe re dijî.

Du gotinên bi tevahî cuda hene

Li ser sedema xirabûna tenduristiya Armîta Girawendê du gotinên bi tevahî cuda hene.

Li gorî berpirsên hikûmetê, ji ber ku tansiyona wê ketiye ew ketiye xwarê û serê wê li keviya metroyê ketiye.

Medyayê ji kesên nêzîkî Armîtayê û karmendên nexweşxaneya ku tê de hatiye razandin ragihandiye ku hêzên ewlehiyê yên Îranê ew û du hevalên wê rawestandine û ew gêr kiriye.

Ew piştî ku ketiye xwarê hevalên wê ew biriye nav metroyê û li wir tenduristiya wê têk çûye.

“Bêhiş ketiye û wan jî ew kişandiye”

Bavê Armîta Girawendê jî anî ziman:

“Ez nizanim çawa bû, keçek li pêşiya wê û ya din jî li paşiya wê rawestiyane, ew dema ku derbasî hundir bûye ketiye, ez nizanim çi bûye, bêhiş ketiye û wan jî ew kişandiye.

Piştre wan telefonî tîmên tenduristiyê kiriye.”

Medyaya fermî ya Îranê ew vîdeo û dîmenên dê û bavê Armîtayê belav kirine lê gelek kes wê vîdeoyê red dikin.

Ew dibêjin ku vîdyo hatine birîn û dibe ku dêûbavên wê jî neçar kiribin ku wiha biaxivin.

“Çima rojnameger tên girtin?”

Parêzer Elî Muctehidzade anî ziman:

“Eger gotinên fermî yên li ser bêhişketina xwendekarekê rast û bê kêmasî bin, çima rojnameger li ser vê mijarê tên girtin?”

Rojnameger Meryem Lutfî roja duşemê li derveyî nexweşxaneyê hat desteserkirin û piştî çend demjimêran hat berdan.

Nahêlin kes li nexweşxaneyê serdana Armîtayê bike û bijîşk û berpirsên nexweşxaneyê jî li ser sedema bêhişketina wê ti zanyarî nedaye.

Armîta Girawend li Nexweşxaneya Fecr a leşkerî ya artêşa Îranê hatiye razandin.

Çalakvan û bikarhênerên tora civakî ev bûyer bi ya keça Kurd Jîna Emînî re dan ber hev ku ew piştî ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi îdiaya “xwe baş nepêçaye” hat şkencekirin canê xwe ji dest da.

Jîna Emînî 16ê Îlona 2022yan sê rojan piştî ku ketibû komayê canê xwe ji dest da û ev bûyer li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê bû sedema xwepêşandanan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 317 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:58:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x