Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê xwepêşandanên Îranê de dicive

Hikûmeta Amerîkayê mijara xwepêşandanên van demên dawî yên li Îranê, dibe Encûmena Asayîşa Navdewletî.

29.10.2022, Cts - 13:47

Encûmena Asayîşa Navdewletî derbarê xwepêşandanên Îranê de dicive
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Amerîkayê mijara xwepêşandanên van demên dawî yên li Îranê, dibe Encûmena Asayîşa Navdewletî. Îranê bertek li hember vê yekê nîşan da û di daxuyaniyekê de ragihand: “Amerîka tometbarê sereke yê aloziyan e.”

Biryar e civîn roja çarşemê 2yê Mijdarê were birêvebirin û Nûnerê Encûmena Mafên Mirovan a Navdewletî yê Îranê Cawîd Rehman, Wergirê Xelata Nobelê ya Aştiyê Şîrîn Ebadî û aktora sînemayê û çalakvan Nazenîn Zaxerî di civînê de biaxivin.

Amerîka diyar dike ku mebesta vê civînê, "lêkolîna serbixwe û cihê baweriyê" li ser binpêkirina mafên mirovan li Îranê, civîn ne fermî ye û endamên Neteweyên Yekbûuî û grûp û rêxistinên mafên mirovan dikarin beşdar bibin.

Ajansa Reutersê li ser naveroka civîna Encûmena Asayîşa Navdewletî ragihandiye: “Di civînê de bi hûrgilî dê behsa bêdengkirina van demên dawî yên keç û jin û pêkhateyên olî û netewî yên Îranê were kirin.”

Nûnerê Îranê yê li Neteweyên Yekbûyî bertek li vê civînê nîşan daye û ragihandiye, niyeta Amerîkayê ji bo piştgiriya jinên Îranê, "pak nîne" û dibêje: “Amerîka tometbarê sereke yê aloziyan e.”

Zêdetirî 40 rojan, xwepêşandan li dehan bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam e û li gor amarên ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ve hatiye belavkirin, heta roja Îna bor, herî kêm 253 kesan, ku ji wan 34 kes zarok in, bi teqeyên hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:14:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x