Fermandarekî Supaya Pasdaran li Tehranê hat kuştin

Li Tehran a paytexta Îranê di êrîşeke çekdarî de fermandarekî Supaya Pasdaran hat kuştin.

04.01.2023, Çar - 14:57

Fermandarekî Supaya Pasdaran li Tehranê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya fermî ya Îranê, Fermandeyê Binkeya Besîc a Sarullah li Mizgefta Îmam Secad û fermandeyekî Binkeya Mihemed Resulullah a Supaya Pasdaran, Qasim Fethullahî duh şev li ber deriyê mala xwe li Taxa Muxtarî ya Tehranê hatiye kuştin.

Medyaya Îranê ragihandiye, çend kesên nenas gule berdane Qasim Fethullahî û cîgirekî wî, ku di encama êrîşê de Fethullahî canê xwe ji dest daye û cîgirê wî jî birîndar bûye.

Ajansa Tasnim a ser bi Supaya Pasdaran ve bûyer weke “êrîşeke terorîstî” bi nav kiriye û ragihandiye, 4 gule li pasdar Qasim Fethullahî ketine û wî canê xwe ji dest daye.

Hêj nehatiye zanên kesên teqe kirine kî ne û sedema teqekirina wan çi bûye.

Derbarê bûyerê de hêzên ewlekariyê yên Îranê lêpirsîn dane destpêkirin.

Zêdetirî sê meh û nîvan e ku nerazîbûn û xwepêşandanên li dijî desthilatê li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in û heta niha li gor amarên komeleyên mafên mirovan bi sedan xwepêşander û kesên sivîl hatine kuştin.

Li gor komeleyên mafên mirov û herwiha hikûmeta Îranê, ji destpêka xwepêşandan û nerazîbûnan ve bi dehan kes ji hêzên emnî yên hikûmeta Îranê jî hatine kuştin. Komeleyên mafên mirovan ên li Îranê ragihandine ku ji destpêka xwepêşandanan ve heta niha 67 kes ji endamên polîs û hêzên emnî yên Îranê hatine kuştin.

Rayedarên hikûmeta Îranê, kuştina fermandeyên polîs û hêzên emnî dixin stuyê hejmarek ji xwepêşanderan û heta niha cezayê darvekirinê bi ser çend kesan de sepandine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 264 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x