Girtiyek Kurd li Îranê 93 roje ku greva birçîbûnê de ye

Girtiyê siyasî yê Kurd Mihemed Nezerî ev 93 roj in li Zindana Recayî Şar a bajarê Kerecê yê Îranê, di greva birçîbûnê de ye û heya niha jî ti daxwazeke wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve nehatiye pêkanîn.

01.11.2017, Çar - 09:40

Girtiyek Kurd  li Îranê 93 roje ku greva birçîbûnê de ye
Nuçe Belav bike

Mihemed Nezerî ev nêzî 24 sal e ji ber sedemên cuda yên siyasî li Îranê di girtîgehê de ye. Bi daxwaza ku lêkolîn der barê doza wî de were kirin û careke din dosyaya wî were vekirin ev 94 roj in, di greva birçîbûnê de ye.

Her wiha Rêveberiya girtîgehê û dadger jî tevî vê greva birçîbûnê ya Nezerî û daxwazên wî jî heya niha ti karek li ser dosyaya wî nekirine û nahêlin Nezerî parêzerê xwe jî bibîne.

Mihemed Nezerî beriya niha 10 rojan nameyek servekirî belav kir û di maneyê de gotibû; “Armanca min a ji vê greva birçîbûnê ew e ku yan wê daxwazên min werin pêkanîn yan jî ez ê bimirim.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1268 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:34:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x