Hejmarên Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yên torên civakî hatin daxistin

Hemî hejmarên Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê yên torên civakî yên Facebook û Instagramê hatin daxistin.

09.02.2024, Cum - 07:11

Hejmarên Rêberê Komara Îslamî ya Îranê yên torên civakî hatin daxistin
Nuçe Belav bike

Malpera Middle East Eye doh (Pêncşem, 08.02.2024) li ser zarê berpirsekê bilind ê kompaniya Metayê ku xwediya torên civakî yên Facebook û Instagramê ye ragehand, “Sedema daxistina hejmarên Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî binpêkirina qanûnên girêdayî bangeşeyê ji bo rêkxistin û kesatiyên metirsîdar e”.

Ev di demekê de ye ku kompaniya Metayê heta niha bi rengekê fermî çi ronkirinek di vî warî de belav nekiriye.

Hejmara Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî li ser tora civakî ya Instagramê zêdetirî 5 milyon şopîneran hebûn, tevî ku her du torên civakî yên Facebook û Instagramê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve hatine filterkirin û bikaranîna wan qedexe ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 199 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:34:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x