Hilbijartinên Serokkomariya Îranê: Kî li pêş e?

Li Îranê 4 namzed ji bo serokkomariyê hevrikiyê dikin.

29.06.2024, Cts - 09:56

Hilbijartinên Serokkomariya Îranê: Kî li pêş e?
Nuçe Belav bike

Li gorî encamên destpêkê di hilbijartinên serokkomariya Îranê de Mesûd Pizîşkiyan bi 5 milyon û 955 hezar û 782 dengan li pêş e.

Herwiha Seîd Celîlî jî bi 5 milyon 560 hezar û 322 dengan di rêza duyem de ye.

Herjmartina dengên hilbijartinên 14emîn serdema serokkomariya Îranê berdewam in.

Li Îranê 4 namzed ji bo serokkomariyê hevrikiyê dikin.

Namzedên wekî Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî û Mistefa Pûrmihemedî ji eniya kevneperest û Mesûd Pizîşkiyan jî ji eniya reformxwaz e.

Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê ragihand ku rêjeya beşdarbûna hilbijartina ji sedî 40 e.

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê, heta niha 14 milyon û 70 hezar deng hatine jimartin.

Li gorî amrên destpêkê, Mesûd Pizîşkiyan bi 5 milyon û 955 hezar û 782 dengan di rêza yekem de ye.

Seîd Celîlî jî bi 5 milyon 560 hezar û 322 dengan di rêza duyem de ye.

Li aliyê din namzedên din Mihemed Baqir Qalîbaf bi 1 milyon û 620 hezar û 628 dengan di rêza sêyem û Mistefa Pûrmihemedî jî 95 hezar û 172 dan di rêza çarem de ye.

Eger yek ji namzedan ji zêdeyî sedî 50î dengan nestîne dê 5ê Tîrmehê gera duyem a hilbijartinan were kirin.

Geram duyam a hilbijartinan jî dê navbera du namzedên ku herî zêde deng standine de pêk were.

Li Îranê serokkomar 4 salan kar dike û herî zêde 2 caran li pey hev dikare were hilbijartin.

 

 

Vî nûçeyê tevayî: 94 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:08:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x