Îran: Divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê çek deynin

Fermandarê Biryargeha Hemze Seyiduşuheda ya Supaya Pasdaran ragihand, çekdanîna partiyên Rojhilatê Kurdistanê û derxistina wan xwestekên sereke yên Îranê ne.

14.11.2022, Pts - 13:35

Îran: Divê partiyên Rojhilatê Kurdistanê çek deynin
Nuçe Belav bike

Îro baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve bi mûşek û dronan hatin armanckirin.

Li gor zanyariyan, di êrîşa ser Koyê de du kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes birîndar bûne.

Fermandarê Biryargeha Hemze Seyiduşuheda ya Supaya Pasdaran a Îranê berpirsyariya êrîşên îro yên bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê qebûl kir û ragihand, “Me bi dronên kamîkazê, dronên şer û herwiha bi mûşekan baregehên grûpên cudaxwaz kirin armanc.”

Li gor IRNA ajansa fermî ya Îranê, General Mihemedteqî Osanlu got, di êrîşên mûşekî û dronî yên îro yên hêza bajayî ya Supaya Pasdaran de, baregehên nû yên partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku wî weke “komên terorîstî” bi nav kir, him li sînor û him li kûrahiya 80 kîlometriya axa Herêma Kurdistanê hatine armanckirin.

General Osanlu diyar kir, “piştî gera yekem a operasyona Îranê li dijî baregehên komên cudaxwaz di axa Iraqê û bakurê wî welatî de, wan hêzên xwe li navçeyên din bicih kiribûn ku em ew baregeh nas kirin û îro em kirin armanc.”

Wî berpirsê Supaya Pasdaran derbarê sedema êrîşa îro de îdia kir, “sedema sereke ya vê operasyonê ev bû ku di aloziyên wê dawiyê yên li welat de, wan karên pir berçav kiribûn û destê wan di şewitandina bankan û cihên bazirganî de hebûye.”

Fermandarê Biryargeha Hemze Seyiduşuheda ya Supaya Pasdaran herwiha bêyî ku ti belgeyan nîşan bide îdia kir, ku wan grûpên çekdar li bajarên Rojhilatê Kurdistanê di kuştina welatiyan de dest hebûne û ew yek wek projeya “çêkirina kuştiyan” bi nav kir û got, ew yek li bajarên Sine, Bane, Mihabad û Bokanê hatiye kirin.

General Mihemedteqî Osanlu ragihand, çekdanîna partiyên Rojhilatê Kurdistanê û derxistina wan xwestekên sereke yên Îranê ne û got, “heta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê daxwazên Îranê pêk nehînin, operasyonên Îranê li dijî terorîstan dê berdewam bin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 179 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:12:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x