Îran: Gotûbêjên ne rasterast yên bi Amerîkayê re dê li Umanê dest pê bikin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ragihand ku gotûbêjên ne rasterast yên di navbera Îran û Amerîkayê de dê roja 12ê Nîsanê li Umanê dest pê bikin.

08.04.2025, Sal - 10:59

Îran: Gotûbêjên ne rasterast yên bi Amerîkayê re dê li Umanê dest pê bikin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji ser hesabê xwe yê Xê postek parvekir got, "Îran û Amerîka dê şemiyê li Umanê di gotûbêjên bilind ên ne rasterast de werin cem hev. Ev hem derfetek e û hem jî tecrûbeyeke. Top li qada Amerîkayê de ye."

Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku sala 2018an bi awayekî yekalî welatê xwe ji peymana nukleerî ya bi Îranê re derxistibû, meha borî nameyek ji Rêberê Îranê Ayetullah Elî Xamineyî re şandibû û bang kiribû ku gotûbêjên nukleerî yên rasterast bi Îranê re bên kirin.

Îran jî, bi rêya Umanê bersiv dabû û ragihandibû ku ew dê di bin gef û zextê de gotûbêjên rasterast nekin û tenê amade ne ku gotûbêjên ne rasterast bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, di konferansa rojnamegeriyê ya ku doh li Tehranê lidar xist de ragihand ku ew li bendê ne ku Washingtonê biryara xwe ya li ser formata gotûbêjên ne rasterast ku wan pêşniyar kiriye bide.

Îsmaîl Beqayî eşkere kir ku ji bo navbeynkariyê Uman namzedê sereke ye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî piştî hevdîtina xwe ya li Koşka Spî ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re, ragihand ku dê bi Îranê re têkiliyeke rasterast were avakirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump got, "Em dê roja şemiyê bi Îranê re hevdîtineke rasterast pêk bînin. Ev gav dê ji bo Îranê jî bi feyde be."

 

Vî nûçeyê tevayî: 132 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:54:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x