Ev projeyasa ji 20 madeyan pêk tê û daxwazê dike ku tevahiya kompaniyan li gorî yasaya Îranê kar bikin.
Hejmarek ji endamên parlamentoya Îranê projeyek bo çavdêrîkirina torên peywendiyê yên înternetê pêşkêş kirine , eger ev proje-yasa bê pejirandin tevahiya torên peywendiyê yên biyanî li Îranê tên girtin
40 endamên radîkal ên parlamentoya Îranê projeya rêkxistina torên peywendiyê yên civakî weke Facebook û Instagramê pêşkêşî parlamentoyê kirine, di projeyê de hatiye ku kesên programên şikandina fîlteran (VPN) amade bikin, yan bikar bînin dê bêne girtin û bêne cezakirin.
Ev projeyasa ji 20 madeyan pêk tê û daxwazê dike ku tevahiya kompaniyan li gorî yasaya Îranê kar bikin.
Herwiha daxwazê dike ku kontrolkirina internetê di destê hêzên çekdar de be. Eger ew proje bê pejirandin, Facebook û Instagram li Îranê têne qedexe kirin, kesên li derveyî Îranê jî wê nikaribin bi internêtê peywendiyê bi wî welatî re bikin.