Îran: Heya Îlonê Iraq partiyên Kurdî bêçek neke emê êrîş bikin

Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê, Mihemed Baqirî gef xwar ku Îran dê êrîşî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bike eger ku Iraq sozên xwe yên derbarê wan partiyan de pêk neyîne.

11.07.2023, Sal - 18:31

Îran: Heya Îlonê Iraq partiyên Kurdî bêçek neke emê êrîş bikin
Nuçe Belav bike

Îro Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê, Mihemed Baqirî di civîna fermandeyên Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran de li bajarê Meşhedê axivî, û gefa êrîşîn tundtir bo ser partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê kir ku wî weke cudaxwaz bi nav kirin.

Di axaftina xwe de, Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê, Mihemed Baqirî hişyarî da Iraqê ku ger heya meha Îlonê rêkeftina derxistina partiyên Rojhilatê Kurdistanê cîbicî neke, ew dê bihêztir ji caran êrîşî wan partiyên di nav axa Herêma Kurdistanê de bikin.

Mihemed Baqirî dibêje: “Eger heya meha Îlonê hikûmeta Iraqê pabendbûnên xwe ji bo bêçekkirina partiyên dijberî Komara Îslamî ya Îranê yên li Herêma Kurdistanê ne, cîbicî neke, êrîşên me dê bihêztir ji carên berê dubare bibin.”

General Mihemed Baqirî herwiha got: “Me bi sedema sozên Iraqê yên bêçekkirina wan partiyan êrîşên xwe ragirtin, eger heya meha Îlonê ew soz cîbicî nebin, êrîşên me dê bi awayekî tundtir dubare bibin.”

Serokerkanê Hêzên Çekdar ên Îranê tekez kir: “Mixabin hin welatên cîran berpirsyariya xwe ya derbarê sînoran de bi diristî pêk nahînin, li bakurê Iraqê komên çekdar ên cudaxwaz hene ku hin caran sînorên me ne ewle dikin.”

Wî rayedarê leşkerî yê Îranê behsa sînorê Îranê yê bi Pakistan û Efxanistanê re jî kir û diyar kir, “di beşek ji sînorên me de li başûrê rojhilat, di mehên dawî de me hin liv û tevgerên terorîstan dîtin.”

General Baqirî got, hêzên Supaya Pasdaran hem li sînorên bakurê rojava (Rojhilatê Kurdistanê) û hem li sînorên başûrê rojhilat (parêzgeha Sîstan Belûçistanê) binke û baregehên mezin hene û ji bo parastina sînoran kar û çalakiyên gelek baş kirine û binkeyên bihêz ava kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 344 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x