Îran.. Ji ber rabûna lehiyê 20 kesan canê xwe ji dest dan

Li parêzgeha Fars a başûrê Îranê ji ber barîna baraneke zêde, lehî rabû û 20 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî winda ne.

23.07.2022, Cts - 10:41

Îran.. Ji ber rabûna lehiyê 20 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Ajansa nûçeyan a Îranê “IRNA” îro Şemiyê li ser zarê Rêveberê Qeyranên Parêzgeha Fars Xelîl Ebdullahî ragihand, lehiyê 23 kes li herêmên Îstahban û Darabê yên parêzgeha Farsê dan ber xwe, ji wan 20 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kes jî hîna winda ne.

Ebdullahî got jî: Lehîyê 15 otombîl jî dan ber xwe.

Destnîşan kir jî, tîmên lêgerînê 55 kes ji lehiya rûbarê Rodpal rizgar kirin, di heman demê de lêgerîna ji bo dîtina 3 kesên winda hîn berdewam e.

Ji aliyê xwe ve Serokê Heyva Sor a Parêzgeha Farsê Husên Derwîşî ragihand, xebatên lêgerînê li bajarê Îstehbanê bi 22 tîmên ku ji 125 kesan pêk tê berdewam in.

Derwîşî diyar kir, 51 mal ji ber lehiya ku ji ber barana zêde zirar dîtine û dê alîkarî ji bo mexdûrên lehiyê were kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 383 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:34:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x