Îran: Me rê li şerê ser sînorê Tirkiye-Sûriyê girt

Wezîrê Derve yê Îranê ji medyaya fermî ya welatê xwe re ragihandiye, sala bihorî îhtîmala şerekî çekdarî li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê hebû, lê Îran û Rûsyayê rê li wê yekê girtin.

12.05.2023, Cum - 09:11

Îran: Me rê li şerê ser sînorê Tirkiye-Sûriyê girt
Nuçe Belav bike

Hisên Emîr Ebdullahiyan ji ajansa fermî ya welatê xwe IRNAyê re axiviye û diyar kiriye, ew bi hêvî ne ku ew gavên li ser asta wezîrên berevaniyê û pisporên taybet ên di civîna 4 alî ya Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê de hatine avêtin, bibin peyamek bihêz bo Tirkiyê û Sûriyê ku daxwazê herdu aliyan dike tekeziyê li çareseriya siyasî bikin.

Emîr Ebdullahiyan gotiye: “Em di wê hêviyê de ne ku ew gavên li ser asta wezîrên berevaniyê û pisporên taybet hatine avêtin, bibin peyamek bihêz ku daxwazê ji Tirkiyê û Sûriyê dike tekeziyê li çareseriya siyasî bikin, Hêzên xwe yên çekdar vekişînin.”

Hebûna hêzeke dagîrker wek Hêzên Amerîka li bakurê Sûriyê astengiyan ji bo vegerandina penaberên Sûrî ji bo cihê xwe dirust dike.

Wezîrê Derve yê Îranê behsa hêzên Amerîkayê yên di nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de jî kiriye û îdia kiriye: “Hebûna hêzên Amerîkayê li bakurê Sûriyê astengiyan ji bo vegerandina penaberên Sûrî ji bo cihê xwe çê dike.”

Di beşeke din a axaftina xwe de, Wezîrê Derve yê Îranê ragihandiye, ku sala bihorî Îranê û Rûsyayê rê li egera şerekî çekdarî li ser sînorê Tirkiye-Sûriyê girtine.

Hisên Emîr Ebdullahiyan derbarê vê yekê de gotiye: “Sala bihorî li navçeyê rewşeke krîtîk çêbû û bû sedema zêdebûna îhtîmala şerê çekdarî li ser sînorên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de û bi hewlên dîplomatîk ên Îranê û Rûsyayê di civîna Astanayê de rê li ber wê yekê hat girtin, ku Serok Reîsî li Tehranê mêvandariya civînê kiribû.”

Wezîrê Derve yê Îranê bi zelalî behsa wê yekê nekiriye ku dê şer di navbera kîjan aliyan de derketiba, lê di mehên dawiya sala bihorî de Tirkiyê gefa wê yekê dikir ku êrîşî Herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê bike, herwiha bi awayekî berfireh jî êrîşên xwe li ser navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê û bi taybet Kobanî, Til Rifet û Til Temirê zêde kiribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:16:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x