Îran: Me toreke terorîstî û 43 bombeyên mezin girtin

Wezareta Îtilaatê ya Îranê ragihand ku hêzên wan grûpeke mezin a ser bi Îsraîlê ve girtine ku 43 bombe bi wan re bûne û di plana wan de bûye ku li çend parêzgehên Îranê kiryarên “terorîstî” bikin.

24.07.2023, Pts - 13:34

Îran: Me toreke terorîstî û 43 bombeyên mezin girtin
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya Wezareta Îtilaatê ya Îranê de hatiye ku “endamên grûpeke mezin a terorîstî ku dixwestin karên terorîstî li parêzgehên Tehran, Kirman, Îsfehan, Kohgîloye û Buyêr Ehmed, Kurdistan (Sine) û Mazendarenê bikin, ji aliyê tîmên wan ve hatine naskirin û hatine girtin.”

Wezareta Itilaatê ya Îranê dibêje: “Endamên wê torê ser bi navendên terorîstî yên li welatên Danimark û Holendayê yên ser bi Saziya Îstixbaratê ya Israîlê ve ne û ew piştevaniya maddî û darayî û kelûpelan dide wan.”

Îran dibêje wan kesan xwestine di meha Muheremê de “çend karên terorîstî” li wan parêzgehan bikin ku navê wan hat eşkerekirin.

Derbarê plannên wan de jî Wezareta Itilaatê got; “Wan kesan plan hebûne bo teqandina mezarê Qasim Sulêmanî fermandarê berê yê Supaha Qudis, Navendên Sotemeniyê, Tora Elektirîkê û Wêstgeyên Gazê, lê berî ku wî karî bikin hatine naskirin û girtin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Ji wan 43 bombên ku di destê wê grûpê de hatine girtin 20 ji wan pêşkeftî bûne ku dikarin ji rêya dûr ve bêne kontrolkirin”

Li gor daxuyaniyê wan herwiha dest danîne ser gelek kelûpel û maddeyên kîmyawî ku di wepêşandanan de hatine bikaranîn.

Îranê dibêje wê tîmê wêne û dîmenên cihên ku dixwestin bikin armanc girtine bo berpirsên xwe li Danimark û Holendayê û Ewropa û Amerîkayê şandine, plana wan hebû ku karên “terorîstî” yên mezin bikin, lê berî wî hatine eşkerekirin û girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 286 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:03:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x