Îranê di mehekê de 18 kes darve kirine

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand, di raporekê de binpêkirinên dijî mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di yên di meha Adarê de ragihand.

02.04.2023, Paz - 20:40

Îranê di mehekê de 18 kes darve kirine
Nuçe Belav bike

Li gorî raporê, di meha Adarê de 18 kes li Rojhilatê Kurdistanê û Îrnaê hatine bidarvekirin. Ew kes li bajarên Urmiye, Seqiz, Kirmaşan, Xuremava, Hemedan û Erakê hatine îdamkirin.

Ji wan kesan 11 kes li Girtîgeha Navendî ya Urmiyê hatine bidarvekirin, ku yek ji wan girtiyê siyasî yê Kurd Mihyedîn Îbrahîmî, kolberê ku bi îdiaya “çek li dijî dewletê hilgirtiye” ye.

Derbarê kolber û kasibkaran de jî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê destnîşan kiriye ku bi gulebarana rasterast a leşkerên Îranê 3 kes ji kolberan birîndar bûne, ku yek ji wan zarokekî 14 salî ye.

Herwiha di Adarê de bi sedema teqeya hêzên Supaya Pasdaran du welatiyên Kurd li ser sînor hatine kuştin.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihandiye, roja 22’ê Adarê, hêzên Supaya Pasdarên Îranê welatiyekî Kurd ê 19 salî Behzad Ezîzî li xala kontrolê ya Kerîmabadê li deriyê bajarê Bane yê parêzgeha Sineyê kuştin.

Her li gor heman rêxistinê, roja 27ê Adarê jî polîsê Îranê li bajarê Kirmaşanê, welatiyekî Kurd ê 25 salî Azad Rizayî, bi guleyan kuşt.

Di raporê de tê gotin, li seranserê meha Adarê, hêzên Îranê herî kêm 19 kes li Rojhilatê Kurdistanê desteser kirine ku di nav wan de 9 çalakvan û hunermendek jî hebûne.

Her li gor raporê, di wê mehê de sivîlekî girtî serbest hat berdan û herî kêm 6 çalakvan jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê herwiha dibêje, meha bihorî, dadgehên Îranê herî kêm 5 kes bi îdamê mehkûm kirin û li 7 kesên din jî ji 8 mehan heta 10 salan cezayê girtîgehê birî.

Li gor raporê, 11 kes ji wan kesan li parêzgeha Urmiyê bûne.

Hengaw: 36 Kurd di Adarê de bi "tohmetên siyasî" hatine desteserkirin

Li aliyekî din li gor rapora Hengawê, di meha Adara îsal de herî kêm 36 welatiyên Kurd bi tohmetên siyasî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine desteserkirin.

Hengaw dibêje, 18 kes li parêzgeha Sineyê, 12 kes li parêzgeha Urmiyê, 3 kes li Kirmaşanê, kesek li Îlamê û 3 kesên din jî li bajarên din ên Îranê hatine desteserkirin.

Li gor rapora Hengawê, 15 welatiyên Kurd li bajarên cuda cuda yên Rojhilatê Kurdistanê bi tohmeta “pêkanîna çalakiyên siyasî û alîkariya partiyên Kurdistanî”, 12 welatî bi sedema “nerazîbûna li dijî êrîşên kîmyayî yên bo ser dibistanên keçan” û 9 kes jî ji ber “beşdariya di merasîmên taybet bi Newrozê de” ji aliyê hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Îranê ve hatine desteser kirin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 345 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:04:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x