Îranê hişyarî da Tirkiye û gelek welatên din: Hûn dê bibin hedef

Îranê ji bo ku piştgirî nedin êrîşeke muhtemel a Amerîkayê, hişyarî da Tirkiye, Îraq, Kuweyt, Îmarar, Qeter û Behreynê.

07.04.2025, Pts - 10:11

Îranê hişyarî da Tirkiye û gelek welatên din: Hûn dê bibin hedef
Nuçe Belav bike

Îranê diyar kir ku bikaranîna qada hewayî yan axa van welatan di dema êrişa Amerîkayê de dê wekî "kiryareke dijminane" bê nirxandin û dê encamên wê yên giran bin.

Rêveberiya Tehranê, daxwaza Amerîkayê ya ji bo muzakereyên rasterast di derbarê programa nukleerî de red kir û ragihand ku ew dixwaze li şûna wê bi rêya Umanê hevdîtinên nerasterast bidomîne.

An êriş an jî muzakereyên rasterast

Rayedarekî payebilind ê Îranê diyar kir ku Amerîka yan muzakereyên rasterast an jî alternatîfên êrişê ferz dike lê Îran vê pêvajoyê bi diyalogeke nerasterast birêve dibe.

Rayedarê ku ji Reutersê re bi şertê ku navê wî neyên eşkerekirin axivî, got:

"Muzakereyên nerasterast ji bo ceribandina dilsoziya Washingtonê ya ji bo çareseriyeke siyasî derfetekê dide.

Dibe ku rêyek dijwar be lê eger ji aliyê Amerîkayê ve peyamên guncav bên dayîn, dibe ku ev pêvajo di demek nêz de dest pê bike."

Îranê hişyarî da welatên cîran

Wî rayedarî her wiha got ku Îranê cîranên xwe (Îraq, Kuweyt, Îmarat, Qetar, Tirkiye û Behreyn) hişyar kirine ku piştgirî nedin êrişeke muhtemel a Amerîkayê.

Wî tekez kir ku eger qada hewayî yan axa van welatan di dema êrişê de were bikaranîn, ev yek dê wekî "kiryareke dijminane" bê nirxandin û dê "encamên wê yên giran" bin.

Hamaney hêzên çekdar xistine rewşa alarmê ya bilind

Hat zanîn ku Rêberê Dînî yê Îranê Elî Xamineyî jî hêzên çekdar xistine rewşa alarmê ya bilind.

Gefên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê Îranê, pevçûnên li Xeze û Libnanê, êrîşên asmanî yên li Yemenê, guherîna rêveberiyê ya li Sûriyeyê û êrişên dualî yên di navbera Îsraîl û Îranê de, alozî li herêmê zêdetir kirin.

Gelek welatên Kendavê ji ber metirsiya pevçûneke berfireh bi awayekî bi tedbîr tevdigerin.

Kuweytê ragihand ku ew pabend e ku rê nade ti kiryarên êrişkar ji axa wê li dijî Îranê were kirin.

Ji aliyê din ve, heta niha ji hikûmetên Îraq, Kuweyt, Îmarat, Qeter û Behreynê ti daxuyaniyên fermî nehatiye dayîn.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê diyar kir ku ew ji hişyariyeke bi vî rengî ne agahdar in lê dibe ku ev peyam bi rêyên din hatibin şandin.

Hevpeymana Îranê Rûsyayê diyar kir ku ew gefên leşkerî yên Amerîkayê "nayên qebûlkirin".

Rayedarekî din ê Îranê diyar kir ku Tehran hewl dide ku ji Moskowê zêdetir piştgirî bistîne lê derbarê pabendbûna Rûsyayê gumanên wan hene.

Li gorî wî rayedarî, ev rewş dê bi piranî girêdayî bi têkiliyên di navbera Trump û Putin de be.

 

Vî nûçeyê tevayî: 73 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:52:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x