Îranê li ser êrîşên li Sûriyê hişyarî da Amerîkayê

Navenda Şêwirmendiyê ya Îranê ya li Sûriyê hişyarî da hêzên Amerîkayê yên li Sûriyê ku eger êrîşî binke û baregehên wan bê kirin, ew ê “bi tundî bersivê” bidin. Amerîka jî dibêje ku ew ê ji bo parastina hêzên xwe li Sûriyê “bi tundî gurzê xwe daweşînin”.

25.03.2023, Cts - 15:39

Îranê li ser êrîşên li Sûriyê hişyarî da Amerîkayê
Nuçe Belav bike

Navenda Şêwirmendiyê ya Îranê ya li Sûriyê roja Înê 24ê Adara 2023an ragihand, “Herêmên ku ji aliyê Amerîkayê ve hatine armanckirin depoyên xwarinê, kelûpel û pêdiviyên tenduristiyê bûn.”

Navendê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku erkê wan “alîkariya hikûmeta Beşar Esed e li dijî terorîstan e.”

Daxuyaniya wê navendê piştî wê yekê hat ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) jî roja Înê 24ê Adara 2023an weke tolhildana êrîşa firokeyên bêfirokevan, 3 çeperên grûpeke çekdar a ser bi Îranê kir armanc û di encamê de herî kêm di nav de leşkerên Sûriyê jî 14 kes hatin kuştin.

Navenda Şêwirmendiyê ya Îranê ya li Sûriyê got, “Ew tenê alîkariya artêşa Sûriyê di warê rawêjkariyê de dikin.”

Şêwirmendên leşkerî yên Îranê piştî destpêkirina şerê navxweyî derbasî Sûriyê bûn û Supaya Pasdaran jî dibêje hêzên wan li Sûriyê tenê şêwirmend in û destêwerdanê di karûbarên navxweyî yên wî welatî de nakin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden roja Înê 24ê Adara 2023an li Ottawa ya Kanadayê got, “Amerîka naxwaze bi Îranê re bikeve şer lê bila xwe ji me re amade bin ji ber ku em ê bi tundî gurzê xwe daweşînin da ku xelkê xwe biparêzin.”

Biden her wiha anî ziman, “Amerîka dê xebatên xwe yên bi Hevpeymaniya Navdewletî re ji bo têkoşîna li dijî gefên terorîstî yên li herêmê bidomîne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 368 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x