Îranê tehdîd kir: Em dikarin çekên etomî çêbikin û ti kes jî nikare asteng bike!

Kesekî nêzîkî rêberê Îranê dibêje, Îran dikare çekên etomî çêbike û ti kes jî nikare pêşiya vê yekê bigire.

18.07.2022, Pts - 14:36

Îranê tehdîd kir: Em dikarin çekên etomî çêbikin û ti kes jî nikare asteng bike!
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê pilebilind yê rêberê Îranê, Kemal Xerrazî, ku kesekî nêzîkî Elî Xaminêyî ye, ji televîzyona Al Jazeera re gotiye, şiyana Îranê heye çekên etomî çêbike lê vê gavê nake.

Kemal Xerrazî bersiva serokê Amerîka Joe Biden jî daye ku çend roj berê li Erebistanê gotibû, ew ti carî nahêlin Îran çekên etomî çêbike: Em dikarin vê yekê bikin û ti kes jî nikare pêşiya me bigire.

Vê biharê danûstandinên Amerîka û Îran û welatên Ewrupî li ser bernameya etomî ya Îranê li Nemsayê dest pê kiribûn û her du alî nêzîkî rêkeftinê jî bibûn lê piştî ku Îranê şerta derxistina navê sipaha pasdaran ji lîsteya terorê danî pêşiya Amerîka, Waşingtonê jî ew şertê Îranê bi tundî red kiribû, ji ber vê yekê danûstandin vê gavê hatine sekinandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 531 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x