Îranê têkildarî êrîşên şevê din daxuyanî da

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê derbarê êrîşên Supaya Pasdaran ên bo ser Herêma Kurdistanê ragihand, Îran hewl dide ewlehiya xwe dabîn bike û metirsiyan li xwe dûr bike. Nasir Kenanî herwiha got, Îran hewl dide hikûmeta Iraqê desthilata xwe li sînorên xwe bisepîne û Tehran neçar nebe bo berevaniya li xwe berê xwe bide rêyên din.

21.11.2022, Pts - 12:47

Îranê têkildarî êrîşên şevê din daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê îro Duşembê 21ê Mijdara 2022 di preskonferansa xwe ya heftane de li Tehranê ragihand, bendewariya wan ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye ku “çalakiyên partiyên dijberî Îranê sînordar bike. Nasir Kenanî got, Îran piştevanî li wêya dike ku hikûmeta Iraqê desthilata xwe li ser hemû sînoran ferz bike.”

Kenanî diyar kir, “di meha bihorî de du civînên ewlehiyê di navbera Îran û Iraqê de li Bexda û Tehranê hatine lidarxistin. Komara Îslamî bendewariyên xwe gihandiye aliyê Iraqî. Îran çaverê ye ku nabe Herêma Kurdistanê bibe cihekê hinardekirina çek û kelûpelên leşkerî. Ew çek û kelûpel jî cudaxwaz û terorîst ji bo têkbirina ewlehî û aramiya Îranê bikar tînin.”

Bi gotina Nasir Kenanî, “Tehran giringiyê dide serweriya Iraqê û got, hêzên Rojhilatê Kurdistanê ku wî wek grûpên cudaxwaz û terorîst navê wan anî, berî ku gef bin li ser Îranê, serweriya Iraqê binpê kirine.”

Wî rayedarê Îranî da xuyakirin, “Tehran piştgirî li serwerî û desthilata Iraqê li ser sînorên xwe dike” û got, “Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz dane ku axa Iraqê nebe metirsî li ser Komara Îslamî, lê belê pabendî sozên xwe nebûn, lewra Komara Îslamî hewl dide ewlehiya xwe dabîn bike û metirsiyên li ser xwe nehêle.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 201 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:02:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x