Ji Îranê hemleya girîng a Kurdistanê

Berpirsê maseya Îranê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî di axaftina xwe de ragihand ku ji bo deriyên sînor ên navbera Îran û Kurdistanê fermî bibin hevdîtinan destpê kir.

19.02.2018, Pts - 07:24

Ji Îranê hemleya girîng a Kurdistanê
Nuçe Belav bike

Berpirsê maseya Îranê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdullah Akreyî di axaftina xwe ya malpera fermî ya PDKê de got: "Ji bo deriyên sînor ên xeyrî fermî yên navbera Îran û Herêma Kurdistanê fermî bibin hevdîtinan destpê kir."

Ebdullah Akreyî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: "Piştî referandûma serxwebûnê têkiliyên Hewlêr û Tehranê gelekî qels bûn, lê bi serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî a 21ê Berfenbarê pêwendî normalîze dibin. Di vê serdanê de biryara pêşxistina bazirganiyê hat dayîn. Îran û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina bazirganî û têkiliyên ekonomîk biryar dan ku deriyên sînor ê nefermî fermî bikin."

Roja pênçşema borî heyeteke Hewlêr û Bexdayê li deriyê sînor ê nefermî yê Şoşmeya Helebceyê ji bo were fermîkirin lêkolîn kiribû. Ji xeyrî Helebceyê meha borî li bajarê Silêmaniyê jî li du deriyên nefermî yên sînor lêkolîn hatibû kirin.

Di navbera Îran û Kurdistanê de 4 deriyên sînor ê fermî hene. Perwezxan, Başmak û Seyranbend li Silêmaniyê û Hacî Omeran jî din ava sînorê Hewlêrê de ye. Deriyên sînor hem ji bo bazirganî û hem jî bo derbasbûna rêwiyan tê bikaranîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1669 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:05:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x