Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye

Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Wezareta Derve ya Îranê Qasim Silêman da û ragihand ku em rê bi destwerdana ti aliyekê nadin û lidarxistina referandumê mafekî xwezayî ye.

03.05.2017, Çar - 05:55

Ji Kurdistanê bo Îranê: Referandum û serxwebûn mafekî xwezayî ye
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî duhî ji bo lidarxistina referanduma serxwebûnê li Herêma Kurdistanê de ragihandibû: "Kurd beşekî giringê Iraqê ne û di çarçoveya destûr û yekparçeyiya xaka wî welatî de xwediyê mafên xwe ne, lê belê nabe ku li dijî yekparçeyiya xaka Iraqê rawestin û dijatiya serweriya Iraqê bikin û yekparçeyiya Iraqê qebûl nekin. Ew gotin û besh tiştên nû nînin, berê jî ew gotin hebûn, lê belê Îran piştevaniyê li yekparçeyiya xaka Iraqê dike û li dijî her cudabûnekê li wî welatî dirawaste û ez di vê baweriyê de me, ku ew dengo heta dawiyê ji rastiyê dûr in."

Li hember vê daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bertekek tund nîşan da. Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de dilgiraniya Herêma Kurdistanê ji ber vê helwesta Tehranî anî ziman û ragihand: "Mafê çarenivîsê weke hemû gel û netewên din ên cîhanê, mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye, ku gelek qurbanî jê re daye û di vê xebatê de jî ji bo gihîştina bi xwastek û armancên xwe yên rewa berdewam dibe."

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: "Her weke ku pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi fermî ragihandiye, mijara referandum û serxwebûna Herêma Kurdistanê, mijarekî navxweyî yê Iraqê ye. Bo vê mebestê jî bi rêya gotûbêj û ji hev têgihîştinê ev mijar li gel hikûmeta federalî ya li Bexdayê tê gengeşekirin û biryar li ser tê dayîn. Her ji ber wê jî, derveyê vê çarçoveyê em her daxuyaniyek din red dikin û tekez dikin, ku em rê bi destwerdana ti aliyekê nadin."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1693 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x