Kanadayê 10 hezar berpirsên Îranê xiste lîsteya reş

Kanadayê 10 hezar berpirsên Supaya Pasdarên Îranê xiste lîsteya reş û êdî rê nade wan ku derbasî Kanadayê bibin.

08.10.2022, Cts - 13:36

Kanadayê 10 hezar berpirsên Îranê xiste lîsteya reş
Nuçe Belav bike

Kanadayê bi sedema tundûtîjiya li diji xwepêşanderan, bi biryareke nû hinek cezayên din li ser Îranê sepandin.

Di nav cezayan de listeyeke bi navê 10 hezar berpirsên Supaya Pasdaran heye ku êdî nikarin serdana Kanadayê bikin.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudo ragihand ku wan kêm caran biryar li ser van curên cezayan dane, ew jî di demên gelekî metirsidar de bûye, weke pêkanîna tawanên şer yan komkujiyên ku nimûneya wan li Bosna û Rwanda hate dîtin.

Justin Trudo her wiha destnîşan kir ku pêwîst e Hikûmeta Îranê ya “hov” ku tawanên kuştin û tirsandinê li diji welatiyên xwe dike, were ceza dan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 338 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:26:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x