Kurdek dibe Cîgirê Serokkomarê Îranê

Cîgirê Serokomarê Îranê bo karûbarên parlamentoya Îranê bêyî agahiya wî ji kar hat dûrxistin û li şûna wî Kurdek hat destnîşankirin.

27.01.2023, Cum - 05:42

Kurdek dibe Cîgirê Serokkomarê Îranê
Nuçe Belav bike

Cîgirê Serokomarê Îranê bo Karûbarên Parlamentoyê Seîd Mihemed Husênî roja Çarşemê 25ê Çileya 2023an, gotegotên li ser guhertina çend wezîrên kabîneya Îbrahîm Reîsî red kir lê êvara heman rojê ew ji kar hate dûrxistin.

Malper û rojnameyên xwecihiyên Îranê ragihandine, “Hikûmetê parlamenterê Kurd ê Kirmaşanî Îbrahîm Ezîzî wek Cîgirê Serokomarê Îranê bo Karûbarên Parlamentoyê destnîşan kir.”

Endamê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Parlamentoya Îranê Îbrahîm Ezîzî roja Çarşemê nameya îstifaya xwe pêşkêşî serokatiya parlamentoyê kir.

Îbrahîm Ezîzî di sala 1963an de li Kirmaşanê ji dayik bûye, di dema serokatiya Mehmûd Ehmedînejad de cîgirê serokkomar bo karûbarê geşepêdan û sermayeya mirovî bû û di sala 2007an de jî cîgirê serokkomar bo plansaziya stratejî û çavdêriyê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:34:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x