Li 62 bajarên Îranê lehî: 14 kesan canê xwe ji dest dan û 19 kes wenda ne

Rêxistina Heyva Sor a Îranê ragihand, li 17 parêzgeh û 62 bajarên wî welatî lehî çê bûne û bi sedema lehiyan heta niha 14 kesan canê xwe ji dest dane û 19 kes jî wenda ne.

29.07.2022, Cum - 14:40

Li 62 bajarên Îranê lehî: 14 kesan canê xwe ji dest dan û 19 kes wenda ne
Nuçe Belav bike

Li gor medyayên Îranê, li parêzgehên Sîstan û Belûçistan, Tehran, Fars, Kirman, Hurmuzgan, Qum, Simnan, Mazenderan, Yezd, Azerbaycana Rojhilat, Xurasana Başûr, Gulistan, Isfehan, Buşêhr, Kuhgîloyê û Buyir Ehmed, Çarmehal û Bextiyarî û parêzgeha Merkezî lehî çê bûye.

Serokê Rêxistina Heyva Sor a Îranê, Mehdî Welîpûr îro Înê 29ê Tîrmeha 2022an di preskonferansekê de li Tehranê ragihand, heta niha 14 kes bi sedema lehiyên li herdu parêzgehên Tehran û Sîstan Belûçistanê jiyana xwe ji dest dane.

Bi gotina rayedarên Îranê, 5 kes li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ku dikeve ser sînorê Îranê yê bi Pakistan û Efxanistanê re, û 9 kes jî di lehiyên li Tehranê de jiyana xwe ji dest dane.

Cîgirê Operasyonan ê Saziya Hawarçûn û Rizgarkirinê ya Îranê, Morteza Muradîpûr jî ji ajansa Mehr a welatê xwe re gotiye, di lehiya li navçeya Îmamzade Dawûd de li Tehranê 8 kesan canê xwe ji dest dane û 19 kes jî wenda ne, herwiha 9 kes jî birîndar in.

Qaymeqamê qezaya Demawendê, Riza Tahirxanî jî ragihandiye, li vê navçeyê kesek di lehiyê de canê xwe ji dest daye.

Berpirsên Îranê ragihandine, xebata ji bo dîtina qurbaniyên lehiyê berdewam in û ew çaverê dikin di demjimêrên bihê de hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.

Serpireştê Saziya Agirvemiraninê ya Tehranê, Qudretullah Mihemedî ji ajansa ISNA ya Îranî re gotiye, hejmara dirist a qurbaniyan û kesên wenda nayê zanîn, herwiha zirarên maddî yên lehiya vê dawiyê jî ne diyar e, lê dikan û cihên bazirganî yên li navçeyê zirareke mezin dîtine.

Li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê li başûrê rojhilatê Îranê jî di wan rojên dawî de li ser hev lehî çê bûne û di encama wan lehiyan de bi giştî 5 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêveberê Giştî yê Heyva Sor a Sîstan û Belûçistanê jî daye xuyakirin, ku heta niha 86 gundên wê parêzgehê tûşî lehiyê bûne.

Îro li hin navçeyên Rojhilatê Kurdistanê egera baran û lehiyan heye.

Ji îro Înê ve heya roja Yekşemê, li navçeyên başûrê rojhilatê Kurdistanê egera baran û lehiyan heye.

Keşnasiyên parêzgehên Kirmaşan, Îlam û Loristanê hişyarî dane ku keşûhewa ji îro ve nexweş dibe û bayên xurt, bahoz, birûsk û baran dê hebin, egera rabûna lehiyan jî heye.

Li bajarê Elîguderz ê parêzgeha Loristanê hemû saziyên hikûmetê ketine di rewşa amadebaşiyê de û qaymeqamê wî bajarî ji xlekê xwestiye ku neçin qerax çem û rûbaran, herwiha ji ajeldaran jî xwestiye ku ajelên xwe nebin çiyayên bilind û qerax rûbaran.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 384 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:55:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x