Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serokkomar tê hilbijartin

Xelkê Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji bo hilbijartina serokkomarê 14an diçe ser sindoqan.

05.07.2024, Cum - 09:41

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serokkomar tê hilbijartin
Nuçe Belav bike

28ê Hezîranê gera yekem a hilbijartinan hatibû kirin û Mesûd Pizîşkiyan û Seîd Celîlî mabûn gera duyem.

Wezîrê Karên Navxwe yê Îranê ragihand ku pêvajoya dengdanê dest pê kiriye.

Mesûd Pizîşkiyan namzedekî reformxwaz e û Seîd Celîlî jî mihafezekar e.

Nifûsa Îranê 88 milyon e û mafê dengdanê yê 62 milyon kesan heye.

Ji bo 62 milyon kesan zêdetirî 59 hezaran sindoq hatine danîn û welatiyên Îranê dê karibin li 95 welatên din jî dengê xwe bidin.

Dengdanê saet 08:00an dest pê kir û dê heta 18:00an berdewam bike lê Navenda Hilbijartinan dikare dema dengdanê dirêjtir bike.

Li Îranê serokkomar ji bo 4 salan tê hilbijartin û kesek dikare tenê du serdeman li ser hev bibe serokkomar.

Di gera yekem a hilbijartinan de Mesûd Pizîşkiyan ji sedî 42,5ê dengan û Seîd Celîlî jî ji sedî 38,6ê dengan standibûn.

Li gorî anketan di vê gerê de jî Mesûd Pizîşkiyan li pêş e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 95 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:06:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x