Li Îranê balafireke şer a SU-22 ket xwarê

Hat ragihandin ku balafira şer a ji corê SU-22 ya Hêzên Hewayî yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê li parêzgeha Humuzgan a li başûrê wî welatî ketiye xwarê.

19.09.2022, Pts - 07:25

Li Îranê balafireke şer a SU-22 ket xwarê
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, yekîneya Peywendiyên Giştî ya Supaya Pasdaran di daxuyaniyekê de ragihandiye, balafira şer a ji corê SU-22 ya Hêzên Hewayî ya Supaya Pasdaran di dema pêkanîna erka xwe de rastî bûyerê hatiye û ketiye xwarê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku balafir ketiye xwarê, lê pîlot bi silametî bi sîstema avêtina kursiyê daketiye û ti ziyanên canî çênebûne.

Peywendiyên Giştî yên Supaya Pasdaran ragihandiye, bûyer ji ber “sedemeke teknîkî” çê bûye û diyar kiriye, “pîlot bi şarezabûna xwe balafir ber bi cihên dûr ji avedaniyê û qadên niştecîbûnê ve biriye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 351 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:48:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x