Li Îranê du fermandarên polîs hatin kuştin

Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku li parêzgeha Sîstan û Belûçistana 2 fermandarên polîs hatine kuştin.

25.01.2023, Çar - 07:07

Li Îranê du fermandarên polîs hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnîm a ku ser bi Pasdaran ve, li bajarê Bampûr a ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ve, 2 fermandarên polîs ji aliyê çend çekdarên nenas ve hatine kuştin.

Ajansê kujerên her du fermandarên polîs wek "îsyankar" bi nav kir û dibêje; 2 fermandarên polîsan ên ku li bajêr nobetê digirtin, li nuqteya kontrolê ya deriyê Bompurê ji aliyê komek "îsyankar" ve rastî êrîşê hatin û hatin kuştin.

Li gorî vê nûçeyê, polîsan bersiva kujeran daye, lê di dawiyê de kariye bireve, lê lêkolîn li ser nasnameya kujeran berdewam e.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê yek ji wan parêzgehên e ku liger Rojhilatê Kurdistanê di heyama çar mehên derbasbûyî de xwepêşandan lê berdewam bûne. Heta niha nêzîkî 140 xwepêşander di encama gulebarana polîsan de li parêzgehê hatine kuştin.

Hikûmeta Îranê xwepêşanderan wek îsyankar bi nav dike. Li gorî Komeleya Çalakvanên Mafê Mirovan, di heyama 4 mehên borî de 525 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi gule, lêdan û êşkenceyê hatine kuştin, ji wan 130 kes li Rojhilatê Kurdistanê û 140 kes li Sîstan û Belûçistanê ne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:16:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x