Li Îranê erdhej: 5 kesan canê xwe ji dest dan

Ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê IRNAyê ragihand ku di erdheja li başûrê Îranê de herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dan û 39 kes jî birîndar bûn.

02.07.2022, Cts - 06:42

Li Îranê erdhej: 5 kesan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Ajansa Erdhejê ya Amerîkî îro Şemiyê 2ê Tîrmeha 2022an ragihand, erdhejeke bi pileya 6.0 li bajarê Bender Ebbasê bi kûrahiya 100 kîlometre, li başûrê rojavayê parêzgeha Hurmuzganê hejand.

Ajansa Erdhejê ya Amerîkî diyar kir ku erdhejê deqeyekê dom kir. Ajansa fermî ya nûçeyan a IRNAyê ragihand ku di vê navberê de 3 erdhejên bi mezinahiyên li gorî pîvana Richterê 6.1 û 6.3 parêzgeha Hurmuzganê hejandiye.

Piştî erdhejê Parêzgarê Hurmuzganê Mehdî Dostî ji IRNAyê re ragihand ku herî kêm 5 kesan canê xwe ji dest dane û 39 kes jî birîndar bûne.

Mehdî Dostî destnîşan kir ku ziyaneke mezin gihîştiye gundê Saye Xostê ku nêzîkî navenda erdhejê ye.

Ev ne cara yekem e ku erdhejeke wiha li wê parêzgehê çêdibe. Di meha Mijdara sala borî de, du erdhejên bi mezinahiya 6.4 û 6.3 parêzgeha Hurmuzganê hejandibû, di encamê de kesek miribû.

Ji ber ku Îran li ser xeteke çalak a erdhejê ye, erdhejên bi dijwariya cûda gelek caran çêdibin. Erdheja herî bi ziyan di sala 1990an de rû da ku bi pileya 7,4 bû û 40 hezar kes miribûn.

Her wiha di sala 2003an de erdhejeke bi pileya 6,6 parêzgeha Kirman a başûrê rojhilatê Îranê rû da û herî kêm 31 hezar kes miribûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 505 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:32:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x