Li Îranê êriş: Gelek kuştî û birîndar hene

Li bajarê Raskê yê li eyaleta Sîstan û Belûçistanê ya li başûrrojhilatê Îranê, êrişî du baregehên leşkerî hat kirin.

04.04.2024, Per - 09:10

Li Îranê êriş: Gelek kuştî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gorî IRNAyê, di van êrişan de ji hêzên ewlehiyê yên Îranê 5 kes hatine kuştin.

Alîkarê Wezîrê Ewlehiyê yê Îranê Seyîd Mecîd Mîrehmedî ragihand ku 8 êrişkar jî hatine kuştin.

Li hêlan din, grûpa bi navê Ceyşul Edl da zanîn ku wan ên êriş pêk anîne û li nêzîkî Nexweşxaneya Îmam Elî jî 10 kes ketine kemîna wan.

Heta niha aliyên Îranê li ser vê çalakiya nêzîkî nexweşxaneyê ti daxuyanî nedaye.  

Ceyşul Edl grûpeke Sunî ye, dibêje ku ji bo mafên Beluçiyan têdikoşe.

Ceyşul Edl bi taybetî li başûrrojhilatê Îranê, li ser sînorê Pakistanê gelek caran êrişan encam dide.

Vî nûçeyê tevayî: 513 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:28:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x