Li Îranê helîkopterek kete xwarê

Helîkoptereke Rêxistina Heyva Sor a Îranê ku Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Komara Îslamî yê Îranê Hemîd Secadî û çend rayedarên din tê de bûn, kete xwarê.

24.02.2023, Cum - 05:57

Li Îranê helîkopterek kete xwarê
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeyeke ajansa Tesnîmê ya Îranê, helîkopterek li yarîgeha werzişê ya Baft a li parêzgeha Kirman kete xwarê û di encamê de 15 kes birîndar bûn û kesekî jî canê xwe ji dest da.

Di nav birîndaran de Wezîrê Werziş û Ciwanan ê Îranê û endamê parlamentoyeke wî welatî û çar firokevan û çend rayedarên din hebûn.

Herwiha hat eşkerekirin, ku helîkopter ser bi Rêxistina Heyva Sor a Îranê bûye û di dema daketinê de kontrola xwe ji dest daye û ketiye xwarê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 492 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:23:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x