Li Îranê ji serê salê û vir ve 500 kes hatine darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku roja duşema borî bi îdamkirina 4 girtiyan, hejmara kesên ku ji destpêka sala 2022an ve li vî welatî hatine darvekirin, 500 kesan derbas kiriye.

06.12.2022, Sal - 07:50

Li Îranê ji serê salê û vir ve 500 kes hatine darvekirin
Nuçe Belav bike

Medyaya dewletê ya Îranê ragihandibû ku Huseyin Ordûxanzade, Şahîn Îmanî Mehmûdabad, Mîlad Eşrefî û Manoçehr Şahbendî Becandî bi tawana hevkarîkirina bi îstixbarata Îsraîlê (MOSSAD) re hatine darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (IHRNGO); Di 4ê Berfenbarê de daxuyaniyek belav kir û tê de tekez kir ku ew "li dijî cezayê darvekirinî yê zalimane û nemirovî ne".

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê pêkanîna cezayê bidarvekirinê ji bo hemû sûcan şermezar dike û darvekirina girtiyên siyasî bi tawanên ewlekarî li dijî yasayên navneteweyî yên mafên mirovan dibîne."

Di daxuyaniyê de Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan a Mafên Mirovan (IHRNGO) Mehmûd Amirî-Mokaddam wiha got “Ev kesên ku li pişt deriyên girtî yên Dadgeha Şoreşê, bêyî rê û rêbazên dadmendî anjî darizandina ne dadmendî bi darvekirinê hatibûn mehkûmkirin, ti hiqûqiya wan cezayan tinebûn. Armanca van înfazan çêkirina tirsê di nav civakê de û bala raya giştî ji şikestinên îstixbaratî yên Komara Îslamî dûr bixe.”

Li gorî rapora IHRNGOyê, ji destpêka sala 2022an û vir ve di nava 11 mehan de hejmara kesên hatine darvekirin 500î derbas kiriye û ev rêjeya herî bilind a 5 salên dawî ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:35:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x