Li Tehranê êrişa bi asîd: 16 birîndar

Li paytextê Tehran ê Îranê di êrişa bi asîdê de 16 kes birîndar bûn. Êrişkar hate binçavkirin û li gorî daxuyaniyan eleqeya bûyerê bi terorîzmê ve tuneye.

08.06.2017, Per - 08:20

Li Tehranê êrişa bi asîd: 16 birîndar
Nuçe Belav bike

Hat ragihandin ku li başûrê paytextê Tehran a Îranê ajovanekî motorsikletê madeyeke ku tê gotin asîd e avete ser qelebalixa ku li kêleka rê sekini bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî di êrişê de 16 kes birîndar bûn.

Li gorî ajansa nûçe ya Tasnîmê ku dispêre çavkaniyekî darezayî êrişkar hatiye binçavkirin û eleqeya êrişê bi terorîzmê re tuneye.

​Ji aliyê din ve li gorî nûçeya ajansa Fars a nîvfermî ya Îranê eleqeya bûyerê bi êrişa terorî tuneye mijara di navbera kesê ku ji hevsera xwe aciz dibe û paşî asîdê davîne nav qelebalixa ku hevsera wî jî têde.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1325 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:47:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x