Li bajarokê Şehriyar yê Îranê di teqînekê de 8 kesan canê xwe ji dest dan.
Duh bi şev li bajarokê Şehriyar li parêzgeha Tehran ya Îranê li qehwexaneyekê de teqîn qewimî.
Li gorî agahiyan, di wê teqînê de 8 kesan canê xwe ji dest dan ku 3 ji wan zarok in.
Heta niha nayê zanîn ji ber çi ew teqîn çêbûye.