Mankêna îranî Marya : dixwaze cilûbergên kurdî bike marka

Manken û aktirîsta îranî Marya Beyram Elî dixwaze cilûbergên jinan ên kurdî li cîhanê bike marka.

20.02.2017, Pts - 09:17

Mankêna îranî Marya : dixwaze cilûbergên kurdî bike marka
Nuçe Belav bike

Manken û aktirîsta îranî Marya Beyram Elî dixwaze cilûbergên jinan ên kurdî li cîhanê bike marka.

Manken û aktirîsta îranî Mariya Beyram Elî ku 5 sal in li Herêma Kurdistanê dijî ragihand ku ji bo ku cilûbergên kurdî li bazara cîhanî cih bigire divê bibine marka.

Marya Beyram Elî wiha got: “Ez dixwazim cilûbergên kurdî yên jinan bikim marke û ligel markeyên navdar ên cîhanî bidim pêşandan. Lê ji bo vê hedefa min, pêwîstî bi dîzaynereke baş û sponsoreke bihêz heye.”

Marya diyar kir ku cilûbergên netewî yên kurdî hinek taybetmendiyên xwe hene, lewma dikare di modayê de bi hêsanî ciheke girîng werbigre.

Mankena îranî heta niha li Kurdistanê beşdarî 30 rapeşiyên cilûbergên kurdî bûye û di 10 klîban de rol standiye.

Herwiha Marya Beyram Elî ferî kurdî bûye û bi cilûbergên kurdî beşdarî ahengan dibe. Di heman demê de ferî govendên kurdî jî bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:55:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x