Nerazîbûn û xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê mezin dibin

Piştî bangevaziya ji bo greva giştî û xwepêşandanên seranserê Îranê hat belav kirin, duh êvari xwepêşandan bi awayekî berfireh birêve çûn.

13.10.2022, Per - 08:55

Nerazîbûn û xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê mezin dibin
Nuçe Belav bike

Li gor wan raport û wêne û vîdyoyên belav bûne duh êvari 13.10.2022yê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê xwepêşandan pêkhatin ku bajarên xwepêşandan pêkhatin ev in: Mehabad, Sine, Kirmaşan, Seqiz, Bokan, Erak, Sayinqela (Şahîndij), Tehran, Kerec, Şîraz, Sarî, Bûşehr, Meşhed, Îsfahan, Qûm, Suhank, Kirman, Zankoya Gêlan Reşd û parêzgeha Kehgîlûye û Buyrehmed û hwd.. nerazîbûn û xwepêşandan birêve çûn û hêzên ewlehiya Îranê bi tundî li hember xwepêşanderan rawestan û gule li wan barandin. Li hember wê xelkê xwepêşander jî bi keviran berevanî li xwe kirin.

Li gor wan nûçeyên ku li torên civakî yên Rojhilatê Kurdistanê belav dibin, şeva borî 2 kes li xwepêşanderên li bajarên Sine û Kirmaşan bi guleyên rasterast ên hêzên Îranê şehîd bûne û navên wan jî wahaye: Ezîz Muradî (li Sine), Sîna Nadirî (li Kirmaşan).

Malpera Rêxistina Mafê Mirov Hengaw jî vê derbarê de ragehand, li bajarê Deredrêj a Kirmaşanê ji ber berevaniya xelkê xwepêşander herî kêm 40 kes ji hêzên ewlehiya Îranê birîndar bûne.

Raport û vîdyoyên nav torên civakî jî nîşan didin ku şeva borî li Mehabadê endamekî Sipaha Pasdarên Îranê yê bi navê Karwan Bapîraxayî ku destê wî hebû di serkutkirina nerazîbûnên çend rojên borî de, ji aliyê xwepêşanderan ve hatiye kuştin.

Sendîkaya Azadî ya Kerkerên Îranê derbarê greva karmendan û karkerên navendên hestyar ên berhemanîna neft û petrokîmya de ragehand ku hejmarek ji karkerên projeyekî neftê li Eselûye ya li Başûrê Îranê hatine girtin û parêzgerê Bûşehr jî ew karkerên hatine girtin wek rêberê tevlîheviyan pênase kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:15:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x