Neteweyên Yekbûyê bang li Îranê kir canê zarokan di xwepêşandanan de biparêze

Neteweyên Yekbûyê di daxuyeniyekê de daxwazê ji berpirsên Îranê dike ku canê zarok û kesên bin 18 salî biparêze, herwiha dilgiraniy xwe derbarê kuştina hejmareke zarokan nîşan dide û hevxemiya xwe bo malbatên wan nîşan dide.

12.10.2022, Çar - 12:39

Neteweyên Yekbûyê bang li Îranê kir canê zarokan di xwepêşandanan de biparêze
Nuçe Belav bike

Seroka Rêxistina UNICEF a ser bi Neteweyên Yekgirtî ve Catherine Russell roja Duşembê 10ê Cotmehê daxuyaniyek belav kiriye û têde ragihandiye, ew gelekî ji nûçeyên kuştin, birîndarbûn û girtina zarok û nûciwanan di aloziyên Îranê de dilgiran in.

Catherine Russell gotiye, “Hizra me li cem malbatên wan kesan e ku hatine kuştin û birîndar bûne û em bi wan re hevxem in.”

Di daxuyaniyê de herwiha hatiye gotin, “Hejmarek zarok li ser cadeyan yan jî ji ber dîmenên medyayê rastî tundûtîjiyê hatine ku dibe ew yek bo demek dirêj bandorê li ser tendirustiya wan bike.”

Seroka Rêxistina UNICEF amaje bi wê yekê jî dike, ku Neteweyên Yekbûyî rijde li ser parstina canê zarok û nûciwanan ji alozî û ne aramiyên li cîhanê û dibêje, “her kes bi her awayekî tundûtîjiyê li dijî zarokan bi kar bîne, lê nayê qebûlkirin.”

Catherine Russell piştevaniya xwe bo daxwaziya Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî jî nîşan daye ku dibêje, “pêwîst e zarok û nûciwan bi selametî û aştî mafên xwe bi kar bînin.”

Ev yek di demekê de ye ku Wezîrê Perwerdeya Îranê Yûsif Nûrî Girtina xwendevanên nerazî piştrast kiriye, lê gotiye ew nikare ti hejmarekê debrarê xwendekarên girtî de bide.

Wezîrê Perwerdeya Îranê gotiye, ew xwendekar bo navendên çaksaziya derûnî hatine şandin da ku di siberojê de nebin kesên li dijî civakê.

Piştî ku di 16ê Îlona îsal de keça Kurd a 22 salî ya ji Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ku ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê li Tehranê hatibû desteserkirin, canê xwe ji dest da, xwepêşandan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirin.

Xwepêşandanan li bajarên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û bi awayekî bilez û berfireh li seranserê Îranê belav bû.

Jîna Emînî xelka Seqizê roja 13ê Îlona 2022an li Tehran ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi hinceta ku cilûbergên wê ne li gor hîcaba îslamê ne, hatibû desteserkirin, piştre li navenda polîsan ji hişê xwe çûbû û ketibû komayê û rakiribûn nexweşxaneyê. Jîna Emînî roja 16ê Îlonê canê xwe ji dest dabû û roja 17ê Îlonê li bajarê xwe Seqizê hatibû veşartin.

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, di xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê de heta niha 185 xwepêşander hatine kuştin ku 19 ji wan zarok bûne.

Ji ber tundiya hêzên emnî yên Îranê ji bo tepeserkirina xelkên nerazî û xwepêşanderan, heta niha Amerîka, Kanada, Brîtanya û Almanyayê hin ceza li ser saziyên leşkerî û emnî yên Îranê sepandine.

Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê jî heftiya bihorî daxwaz ji welatên endam kir ku li beramber tundiya hêzên emnî yên Îranê helwesta xwe diyar bikin û sizayan li ser Îranê bisepînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 432 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:52:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x